Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 80 kesên din bi vîrusa Koronayê (COVID-19) ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
3 cotmeh, 2020   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 80 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketin û yek jî mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê bi vîrusê miriye mêr û ji Hesekê ye. Mistefa da zanîn ku 80 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketin, jê 42 mêr û 38 jî jin in û li van herêman in:

Reqa: 49

Minbic: 10

Tebqa: 6

Kobanê: 5

Qamişlo: 7

Amûdê: 3

Mistefa eşkere kir ku ji nexweşên vîrusê 16 baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara giştî ya nexweşên vîrusê hezar û 791 e, jê 68 mirin û 476 jî baş bûn.

(fr)

ANHA