Malbatên xwendekarên Dêrikê: Fêrbûna bi 3 zimanan pêngaveke serkeftî ye

Şêniyên gundên koçerat ên girêdayî herêma Dêrikê diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrbûna bi  zimanê dayikê pêngaveke baş û serkeftî ye, divê her kes bi zimanê dayika xwe biaxivin.

Malbatên xwendekarên Dêrikê: Fêrbûna bi 3 zimanan pêngaveke serkeftî ye
3 cotmeh, 2020   06:50
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Ji bo naskirina çand û zimanê gelekî, naskirina zimanê dayikê xaleke bingehîn e, beriya niha li ser vê xaka berfireh a herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê pêkhateyên li herêmê ji fêrbûna  zimanê dayikê bê par man.

Yek ji destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê fêrbûna bi zimanê dayikê ye ku ji  Kurd, Ereb û Suryan pêk dihat û li dibistanên Rêveberiya Xweser jî materyaleke fermî bû.

Mihemed Murad ji şêniyên bajarokê Xaneserê ye axivî û got xwendina bi her sê zimanan pêngaveke serkeftî û girîng e, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn e ku perwerde bi her sê zimanan tê dayîn û wiha dewam kir: "Nabe tu pêkhate ji zimanê xwe bê par bimîne, ji ber beriya çend salan ve gel ji bo wekî her gelên bi zimanê xwe bixwîne tê dikoşe û bi rêya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev xewn pêk hat."

Mihemed Murad da zanîn ew bavê 4 zarokan e û zarokên wî li dibistana seretayî, navîn û amadehî dixwînin û ev jî ji bo zarokên wî pêngaveke baş e û bi her sê zimanan fêrî materyalên nû dibin.

Welatiyê bi navê Rêber Kalo ji gundê Elî Kamîş e destnîşan kir ku li herêmê wekî vê pêngavê tune ye, zarokên herêmê bi her sê zimanan fêr dibin, ji ber divê şênî zarokên xwe bişînin dibistanan da ku wekî tevahiya pêkhateyan fêrî zimanê xwe bibin.

Rêber Kalo di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku serkeftinek ji serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrbûna bi zimanê dayikê ye û hêvîdar in ku gelek zanîngehên din vebin da ku li herêmê bibe pêngaveke zanistî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2LF1M4z400g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>