Koçberên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeran ji herêmê kirin

Jinên ji Serêkaniyê ya dagirkerî yên ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji warê xwe koçber kirine bang li civaka navneteweyî kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dagirkeriyê ji herêmên wan derxînin.

Koçberên Serêkaniyê banga derxistina dagirkeran ji herêmê kirin
3 cotmeh, 2020   06:27
HESEKÊ

Êrişên qirkirin û dagirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Tevî lihevkirinên agirbestê yên di navbera Tirkiyê û Rûsya, Tirkiyê û Amerîkayê de, dewleta Tirk lihevkirinan binpê dike û gundên tijî sivîl topbaran dike.

Jinên ji Serêkaniyê yên ji ber êrişên dagirkeriyê koçberî Hesekê bûne, bang li civaka navneteweyî kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dagirkeran ji xaka wan derxînin.

Semîra Xelîl got: "Dagirkeran malên me talan û wêran kirin, xaka me dagir kir. Tevî lihevkirinan, êriş hîna ranewestiyane. Em dixwazin vegerin ser xaka xwe û zarokên me li dibistanên xwe vegerînin."

Semîra Xelîl destnîşan kir ku heta çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li ser xaka wan bin ew ê venegerin malên xwe û bang li civaka navnetewî kir ku erka xwe bi cih bînin û dagirkeran ji herêmên derxînin û şêniyan li warên wan vegerînin.

Sakîna Tewfîq îşaret pê kir ku dewletên cîhanê destek dan dagirkeriya Tirk da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û xêra wê talan bikin û got: "Divê civaka navneteweyî dagirkeriya Tirk ji xaka me derxîne û me li warê me vegerîne."

Ezîza Elî jî bang li civaka navnetewî û dewletên ku bi Tirkiyê re lihevkirine pêk anîne, kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkerî derxîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k4dZObsE1S0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>