'Hevgirtina me wê gefan bê bandor bike'

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku armanca dagirkeriya Tirk projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û tevliheviyê derxînin û gotin: "Ji ber hevgirtina me wê gefên li ser herêmên me bê bandor bimînin."

'Hevgirtina me wê gefan bê bandor bike'
3 cotmeh, 2020   02:31
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye sepandin têk bibe û herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bike. Ji ber vê yekê êrişî herêmê dike.

Di demên dawî de, li herêma Dêrazorê bûyerên tevlihevî û sûîqestê li dijî rûspiyên eşîran û kesayetên bi bandor qewimîn. Derket ku sedema wê şerê taybet e ku Tirkiyê û hikumeta Şamê bi kar tînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk di demên dawî de gelek ajanên MÎT’a Tirkiyê û hikumeta Şamê girtin. Ajan li xwe mikur hatin ku ew li beramberî pereyan ji bo Tirkiyê û hikumeta Şamê dixebitîn.

Endamê Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê û rûspiyê eşîre Deqorî, Îsamîl Reşo got ku pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berê ve di bin banê projeya neteweya demokratîk de bi hev re dijîn.

Reşo destnîşan kir ku xwîna pêkhateyên herêmê li eniyên şer ên li dijî dijmin û dagirkeriya Tirk tev li hev bû got: "Em rê nadin ku fitne li herêmên me çêbibin, ji ber ku em hevgirtî ne û hêza me heye wê nehêle ku dijimin yekitiya me parçe bike."

Reşo diyar kir "Em eşîrên Kurd û Ereb divê şêniyan ji fitneyên derve û hundirîn hişyar bikin û bi pey nekevin. Ji ber ku Tirkiyê gefan li herêmê dixwe, armanca wê pêkhateyên herêmê ji ev qut bike û bi hinceta şerê li dijî terorê wan bi kar bîne."

'HEVGIRTIN KEVNAR E'

Ji aliyê xwe ve, şêx qebîleya Şerabîn û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Ûbeyd diyar kir ku hevgirtina erebî-kurdî hevnar e û heta niha didome û got: "Bi vê hevgirtinê me karî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û ji terorê rizgar bikin."

Şêx Mihemed Ûbeyd da zanîn ku gelên herêmê ji mijara fitneyê û derxistina tevliheviyê hişyar e û wiha domand: "Ji bo têkbirina terorê ji hemû pêkhateyan beşdarî QSD'ê bûn. Herêm bi jiyana hevbeş û biratiya gelan ne tenê li Rojhilata Navîn, di heman demê de li tevahî cîhanê bûye nimume."

Şêx Mihemed Ûbeyd bang li hemû pêkhateyan kir ku bi pey fitneyên derve û hundirîn nekevin, ji bo parastina herêmê û rizgarkirina wê ji dagirkeriyê, di rêzekê de bin.

ANHA