​​​​​​​Di nava 5 salan de Rûsya çi li Sûriyê bi dest xist?

Ji 5 salan ve Rûsya rasterast mudaxeleya şerê Sûriyê dike û destekê dide hikumeta Şamê. Ji wê demê ve çi guhertin li qada Sûriyê çêkiriye û çi bi dest xistiye.

​​​​​​​Di nava 5 salan de Rûsya çi li Sûriyê bi dest xist?
3 cotmeh, 2020   03:18
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA HEBÎB

Di dawiya Îlona 2015'an de Rûsya destwerdana leşkerî li aloziya Sûriyê kir.

Destwerdana Rûsyayê piştî serdana fermandarê Feyleq El-Qudis ê ser bi Pasedarên Îranê ve yê wê demê Qasim Suleymanî hat. Suleymanî Serokê Rûsyayê Valdemir Putin û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu îqna kir ku mudaxeleya wê di Sûriyê de girîng e, nemaze ku hikumeta Şamê derbeyên giran ji aliyê komên çekdar ve dixwar.

Di wê demê de, Rûsya li ser rewşa Nîvgirava Kirimê bi welatên rojavayî re di nava nakokiyan de bû, li ser vê welatên rojavayî cezayên aborî lê ferz kir ku aboriya wê xiste talûkeyê. Piştî hilweşandina rejîma Qezafî hîs kir ku ji aliyê rojavayî ve di mijara Lîbyayê de hate xapandin.

ENDAMÊN DESTWERDANA RÛSYAYÊ

Bi destpêkirina destwerdana leşkerî ya Rûsya li Sûriyê, wezîfeya wê parastina Sûriyeyê bû, tevî piştgiriya leşkerî ya mezin ji hikûmeta Şamê re, lê nedikarî tiştekî bi dest bixîne, ji ber ku Tirkiyê, Qetar, Brîtanya û Amerîka destek didan komên çekdar.

Rûsya karî dawî li "Opozisyona Sûriyê û komên çekdar ên girêdayî wê" bîne, piştî ku peymana "Kêmkirina şer" di çarçoveya tora 4'emîn a civînên Astanayê de bi Tirkiyê û Îranê re di Gulana 2017'an de îmze kir.

Rûsya dikarî dosyaya Sûriyê ji destê Neteweyên Yekbûyî û biryarên Cinêvê derxîne û bixe destê hevpeymaniya Astana (Rûsya, Tirkiyê- Îranê).

Bi vê yekê karî serweriya hikumeta Şamê li welat berfireh bike, nexasim piştî ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji gelek herêman vekişiyan ku li herêmên Şamê û derdora Qesra komarê şer dikin, tenê li herêmên sînor ên nêzê Tirkiyê li Idlibê sînordar man.

Her wiha komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê veguherî komên çete, ku Tirkiyê ew di dagirkirina Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî bi kar anîn û niha Lîbya û Azerbaycanê bi kar tîne.

GELO RÛSYA ARMANCÊN XWE BI DEST XIST?

Tevî desteka leşkerî û siyasî ya mezin a Rûsya ji hikumeta Şamê re û kontrolkirina gelek deveran, lê ji ber gelek sedeman qezenciyên ku Rûsyayê bi dest xistine, ne li gorî ku dixwaze ye.

Bi berfirehbûna qadên di bin serweriya hikumeta Şamê de, zextên siyasî û aborî yên rojavayî li ser wê û alîgirên wê (Rûsya û Îranê) zêde bûn. Li gorî çavdêran; Rûsya nikaribû serkeftina xwe ya leşkerî di warê siyasî de bavêje, ji ber ku ew hewceya wê bi pejirandina navneteweyî ye ji bo hikûmeta Şamê heye, ew nikare projeyên xwe yên îstîsmar û jinûve avakirinê bide destpêkirin, ji ber cezayên aborî, nemaze piştî Qanûna Qeyser, ku di Hezîrana 2020'an de dest pê kir.

Rûsya bi hevalbendên neçariyê (Tirkiye û Iranê) re li ser qada Sûriya ket şerekî pêşbaziyê.

RÛSYAYÊ JI GELÊ SÛRIYÊ RE ÇI KIR?

Rûsya di destwerdana xwe ya li Sûriyê de, hişt ku Tirkiye gelek herêmên Sûriyê dagir bike û hişt ku Îran berfireh bibe. Her wiha Rûsyayê dest danî ser deverên aktîv ên Sûriyê wekî balafirgeh, deriyên sînor û rêyên navdewletî. Li hemberî vê gelê Sûriyê yên li herêmên hikumeta Şamê di nava krîzeke aborî de ye.

ÇARENÛSA HEBÛNA RÛSYA YA LI SÛRIYÊ ÇI YE?

Rûsya hewl dide hebûna xwe li herêmên ku dest danîne ser xurt bike û Îranê dûr bixîne û zêdegaviyên Tirkiyê rawestîne, her wiha ji nû ve sazûmaniya hikumeta Şamê ya jihevketî restore bike.

Çavdêr dibêjin ku Rûsya neçare bi welatên rojavayî re bi taybet DYA'yê diyalogan bike da ku aloziya Sûriyê çareser bibe.

ANHA