Li Helebê merasîma sersaxiyê ya Baba Şêx

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo wefata Baba Şêx sersaxî ji  Mala Êzîdî re xwestin.

Li Helebê merasîma sersaxiyê ya Baba Şêx
3 cotmeh, 2020   11:10
HELEB

Roja pênşemê lîderê olî ya bilind a ola Êzidî li cîhanê û Serokê Meclisa Rûhanî ya perestgeha Laleşê Xirto Hecî Ismaîl ê bi navê Bab Şêx tê naskirin li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya li Başûrê Kurdistanê wefat kir.

Ji bo sersaxiya Baba Şêx şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe Mala Êzîdî ya li taxa Şêxmeqsûdê.

Di merasîma sersaxiyê de endama Rêveber a Mala Êzîdî Gulê Xezalê li ser rola pêşeng û girîng a Baba Şêx a tevlêkirina jinên Êzîdî yên hatine revandin li civaka Êzidî de û sivikkirina fişarên derûnî li ser wan axivî.

Gulê Xezalê destnîşan kir ku çanda aştiyê ya ku Baba Şêx bangwaziya wê dikir bi awayekî mezin, jiyana aştî û ewlehî di nava gel û çandên herêmên dîtir de afirand.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RBd1nGJrYYI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>