SOHR: 28 çeteyên Sûrî li Azerbaycanê hatin kuştin

Li gorî SOHR, ji destpêka şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, 28 çeteyên Sûrî li Azerbaycanê hatin kuştin.

SOHR: 28 çeteyên Sûrî li Azerbaycanê hatin kuştin
2 cotmeh, 2020   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine Azerbaycanê da ku li dijî hêzên Ermenistanê şer bikin, heta niha 28 çete hatin kuştin.

SOHR, destnîşan kir ku piraniya çeteyên hatine kuştin tirkmenên bakurê Helebê yên girêdayî komên çete yên ser bi Tirkiyê ve ne.

Her wiha diyar kir ku ji hefteya borî ve, Tirkiyê zêdeyî 850 çete şandine herêma bi nakok ên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de.

Çavkaniyan ji hundirîn Efrînê ji ANHA'yê re navên 4 çeteyên ku li Azerbaycanê hatin kuştin eşkere kirin.