Yekitiya Ewropayê gefan li dewleta Tirk dixwe û cezayan li Belarusyayê ferz dike

Seroka Komseriya Ewropayê Ursula von Der Leyen piştrast kir ku heke dewleta Tirk şantaj û zextên xwe li rojhilatê Deryayê Spî bidomîne, Yekitiya Ewropayê (YE) dê tevahiya derfetan bi kar bîne. Serokê meclisê jî Charles Michel destnîşan kir ku wan biryar daye ku cezayan li Belarûsyayê ferz bikin.

Yekitiya Ewropayê gefan li dewleta Tirk dixwe û cezayan li Belarusyayê ferz dike
2 cotmeh, 2020   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Ursula di kongreyeke çapemeniyê de piştî roja yekemîn a Lûtkeya Ewropayê, destnîşan kir ku têkiliya bi Tirkiyê re bi ser nakeve, heke şantaj û zextên xwe ranewestandin.

Serokên Yekitiya Ewropayê di lûtkeyê de li hev kir ku divê Enqere keştiyên xwe ji ava Qibrisê vekişîne mîna ku çawa ji ava Yewnanistanê vekişandiye. Heke wisa nekir jî dê ferzkirina cezayan vebijêrka tekane be.

Seroka Komseriya Ewropayê diyar kir ku îhtîmal heye dewleta Tirk ji niha û pê de dev ji girtekên yekalî berde.

Têkildarî mijareke din serokê Meclisa Ewropayê di civîneke çapemeniyê de piştrast kir ku ew piştgiriya ji nû ve domandina gera çareserkirina aloziya parçebûna Qibrisê di bin çavdêriya Neteweyî Yekbûyî (NY) de dikin.

Charles Michel da zanîn ku biryar hate dayîn ku piştî bidawîbûna hilbijartinan li Belarûsyayê di Tebaxê de dê lûtkeyeke taybet were lidarxistin ji bo ku helwesteke hevpar li hemberî rewşa li Belarûsyayê nîşan bidin.

CEZAYÊN LI SER BELARÛSYAYÊ

Michel wiha domand: “Me îro biryara pêkanîna cezayên ku me berê erê kiribûn, da. Gelek girîng e em biyaran di çend hefteyan de pêk bînin. Em ê cezayan li Belarûsyayê ferz bikin û me lîsteya cezayan li dijî 40 kesayetî li Belarûsyayê daniye. Serokê Belarûsyayê Alexander Lukaşenkov ne di nav de ye, lê dibe were guhertin.”

AGIRBESTA LI QEREBAXÊ

Têkildarî rewşa li Qerebaxê serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel banga agirbestê û dan û standinan kir. Her wiha hêvî kir ku dewleta Tirk di vê mijarê de roleke erênî bilîze.

TAWANBARKIRINA JEHRKIRINA NAVALNY

Der barê doza jehrîkirina muxalifê rûsî Aleksey Navalny, Michel got: Me axaftina şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û veguhastina wî ji Almanyayê re da ku were dermankirin, bihîst. Em bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî rêgeza qanûnên navneteweyî şermezar dikin.”

Michel wiha pê de çû: “Em piştgiriya pêkanîna lêpirsîneke zelal dikin. Em di lûtkeya YE`yê ya bê de vegerin vê dosyayê.”

Navalny beriya demekê serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn tawanbar kiribû ku destê wî di jehrîkirina wî de heye.

(şx)