Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir

Xwendekarên asta amadehî rave kir ku ji ber ku ji wan re derfeta xwendina bi zimanê kurdî peyda bûye, gelek kêfxweş û bi kelecan in. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca serxistina perwerdeyê, ev gava nû ji bo guhertina materyalan avêt.

Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
Sala perwerdeyê bi coş û kelecana fêrkirina zimanê kurdî dest pê kir
2 cotmeh, 2020   07:28
QAMIŞLO- LÎLAV DÎWANÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo biserxistina xebatên perwerdeyê, da ku perwerde bı giştî û hemû astên wê bi hev ve girêdayî bin, materyalên amadehî bi her du beşên wê yên wêjeyî û zanistî bi zimanên kurdî û erebî derbasî nav materyalên Rêveberiya Xweser kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê di çarçoveya plansaziya ku ji salekê ve daniye de, ev gav avêt. Bi armanca ku xwendekar dema bigihêjin asta zanîngeh û paymengehê ji tevahiya aliyan ve amade bin û tu astengî li pêşiya wan dernekeve.

Dibistan li herêmên Rêveberiya Xweser di 27`ê Îlonê de hatin vekirin. Hejmara dibistanên ku materyalên Rêveberiya Xweser tê de têne dayîn di nav herêma Cizîrê de 2 hezar û 225 dibistanên her sê astan (seretayî, navîn û amadehî) û jê 71 dibistanên amadehî ne.

MAMOSTE BERIYA DESTPÊKIRINA SALA XWENDINÊ YA NÛ PERWERDE BÛN

Cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Zehre Elî destnîşan kir ku tevahiya mamosteyên dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zanîngeh û paymengehên Rêveberiya Xweser derçûne. Di nava akademiyên taybet de di perwerdeyên girtî re girêdayî rêbazên wanedayînê yên materyalên bi zimanên Kudî û Erebî derbas bûn. Perwerde di havînê de mehek dirêj kir.

Ji bo perwerdekirina mamsoteyan li herêma Cizîrê du akademî hene, Akademiya beşa zimanê Erebî ya taybet bi materyala erebî li kantona Hesekê ye. ya din Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya materyala bi zimanê Kurdî li bajarê Qamişloyê ye.

Têkildarî nirxandina xwendekarê/a asta amadehî di dawiya sale de, Zehra Elî destnîşan kir ku makenîzmeya xebata perwerdeyê di nav dibistanên Rêveberiya Xweser de li ser bingeha nirxandina xwendekar bi awayekî domdar ji destpêka sale ve ava dibe. di nirxandinê de reftarên xwendekar, beşdarbûna wî/wê di dibistanê de, pêkanîna erkên xwe, tevlêbûna wî/ê di waneyê de û ezamûn hemû di ber çavan re derbas dibin.

Zehre da zanîn xwendekarên asta amadehî bi astên din re ezmûnan dikin. Xwendekar li gorî rêjeya xwe ya dawîn di amadehî de derbasî paymengeh û zanîngehan dibin.

BIRYARÊN RÊGIRTINA LI PÊŞIYA BELAVBÛNA VÎRUSA KORONAYÊ DI DIBISTANAN DE

Derbarê tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê, Rêveberiya Xweser bi koordîneya bi Desteya Tenduristî û Şaredariyan re gelek tedbîrên xweparastinê girtine, jê dezefektekirin, neçarkirina xwendekaran ku maskan di dewamê de bi kar bînin û civîn bi malbaran re girêdayî pêwîstiya pêkanîna tedbîrên xweparastinê li dar xistine.

Zehre destnîşan kir ku ji bo şopandina rewşa xwendekaran a tenduristî di her dibistanekê de mamosteyek hatiye erkdarkirin. Da ku bi rewşekê bi guman bû hema yekser malbatê û dibistan agahdar bike.

Zehre di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanan. Bi mamosteyan re alîkar bin da ku nifşeke zana û pêşerojeke bi fikrê netewa demokratîk xweşik ava bikin. zehre hêvî kir ku sala nû bibe destpêka serkeftinên mezin.

‘DÊ HEBÛNA CIVAKA KURD JI TEVAHIYA CÎHANÊ RE ÎSBAT BIKE’

Xwendekarên asta amadehî yên dibistana Keramê ya li bajarê Qamişlo kêfxweşiya xwe bi destpêkirina sala nû ya xwendinê rave kir.

Xwendekara bi navê Xunav Îbrahîm di asta amadehî ya dawîn de dixwîne got: “Ez û hevalên xwe ji bo ku em armancên xwe pêk bînin û civaka xwe pêş bixin em ê bixwînin û em ê hebûna civaka Kurd ji tevahiya dewletan re îsbat bikin.”

Xwendekara bi navê Hewlêr Mihemed a ku beşa zanistî dixwîne diyar kir ku xwendina asta amadehî bi zimanê Kurdî ji bo wê tecrubeyeke nû ye û ew ji bo bidawîkirina vê tecurbeyê bi awayekî serkeftî gelek kelecan e.

Mamosteya zimanê KUrdî Zozan Murad a ku asta amadehî ya sêyemîn perwerde dike, îşaretpê kir ku materyala beşa zanistî ji gelek pirtûkên zanistî mîna bîrkarî, fîzya, kîmya, zanyarî û zimanê dayîkê pêk tê û beşa wêjeyî ji dîrok, erdnîgarî, felsefe û sosyolojiya pêk tê. Her du beş bi zimanê Kurdî têne xwendin.

Zozan da xuyakirin ku îsal ji ber rewşa ku herêmê tê re derbas bûye ji ber vîrusa Koronayê ku di encamê de dibistan hatin girtin, destpêkê dê xwendina ku li ser xwendekaran çûye, were dayîn.

Li gorî biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê, xwendekarên asta amadehî neçar in ku rojane biçin dibistanê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6cSJkqVM-X8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>