Rojnameyên Erebî: Zextên Amerîkayê yên li dijî Şamê dê zêdtir bin

Rojnameyên erebî yên îro behsa zextên Amerîkayê yên li ser hikumeta Şamê, rewşa Lîbyayê û êrişên dawîn ên li ser Hewlêrê kir.

Rojnameyên Erebî: Zextên Amerîkayê yên li dijî Şamê dê zêdtir bin
2 cotmeh, 2020   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: WASHINGTONÊ BI ÇEKA DEMÊ LI HEMBERÎ ŞAMÊ DISEKINE DA KU DÛRÎ TEHRANÊ BE

Îro rojnameyên erebî behsa gelek mijaran kir, girîngtirîn mijar cezayên Amerîkayê yên li ser hikumeta Şamê û di vê der barê de rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Wahingtonê hîn cezayên li ser Şamê ferz dike, da ku sendoqa tenêtiyê zeft bike û bi çeka demê li hemberî Şamê disekine da ku dûrî Tehranê bikeve."

Par Washingtonê ceza li berpirsê Banka Sûriyê ya Navendî, li 16 kesayetan an jî saziyên din ên di artêşê, ewlekariyê û qadên karan de birîn û niha jî tê payîn ku Yekitiya Ewropa piştî çend rojan lîsteya cezayên li dijî wezîrên hikumeta Şamê ya nû derxîne.

Têkildarî rewşa Washingtonê nameya cezayan naveroka wê îşaret bi tekeziya vê rêgehê dike û çavkaniyekî ku rewşê dişopîne ragihand ku hin kesan li Şamê digotin ku ev dem ji bo wan fersendeke, lê ferzkirina cezayan di vê demê de ne ji berjewendiyên wan e, ji ber aloziya qada aborî dê gurtir be û zextên li ser jî dê hîn zêdetir bin, di dawiyê de heke Şamê tawîzan nede, ji wan derxistina Îranê û pêkanîna biryara 2254`an dê têkiliyên Ereban û Ewropayê çênebin û dê rejîm di sendoqa tecrîdê de bimîne.

Li hemberî vê yekê ji ber destê Moskovê di gurkirina aloziya aborî de heye, dest bi hemleya cezayan ewropî hat kirin û dest bi lêgerîna li pencereyên rakirina tecrîdê hat kirin û destpêkirina hemleya li Şamê di 11`ê  meha were de kongreya penaberan li dar bikeve û Sûriyên li derveyî welat hişyar bike ku vergerin welatê xwe, lê Washingtonê gelek dewlet agahdar kir ku divê beşdarî vî kongreyê nebin, heta rûsan jî agahî da hempîşeyên xwe yên li Ewropayê ku 4 sedem hene ku krîza aborî li Sûriyê gur kiriye ew jî ev in: Ev 9 sal in şer berdewam e, vîrusa Korona berbelav e û aloziya aborî li Lubanê û cezayên Ewropayê.

EL-EREB: LI PEY ÊRIŞKIRINA ERBÎLÊ NAMEYA ÎRANÊ HEYE, JI BO PÊŞWAZÎKIRINA AMERÎKIYAN TU DEVERÊN ARAM TUNE NE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Herêma Kurdistanê Iraqê tewanbar kir ku Hêzên Heşda Şabî roja çarşemê bi moşekan êrişî balafirgeha Erbîlê kir û ziranên madî hene û windahî çênebûn. Di dawiyê de bandorê li rageşiya herêmê ya di navbera Wahingtonê û Tehranê de dike."

Çavdêr dibêjin ku Îranê bi rêya milîsên xwe yên li derveyî qanûnê tev digerin dixwaze ragihîne ku xaka Iraqê ne aram e û nabe dîplomatan an jî leşkerên Amerîkayê werin, di nav de bajarê Erbîlê ku paytexta herêmeke kurdî ye û li Başûrê welêt serbixwe ye û ewlehiya wê derê ji deverên din baştir e.

Piştî milîsên Îranê asta êrişên xwe yên li dijî barageha Washingotinê ya li paytexta Iraqê zêde kirin, planên Amerîkayê yên veguhastina ji Bexdayê ber bi Erbîlê kete rojevê û bi nêzîkbûna dema hilbijartinên serokatiyê yên DYA`yê de metirsiya ji kiryarên Îranê heye.

Duh DYA`yê hişyarî da ku ew ê êrişên komên Îranê ji nuqteyên Amerîkayê re yên li Iraqê di ber çavan re derbas bike û hikumeta Iraqê ji vekişandina Amerîkayê bi fikar e.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê David Schenker ji Şerq El-Ewset re diyar kir ku ew ê gefên li dijî artêşa wan û welatiyên wan ên li derve bi cih bûne paşguh nekin, heke pêwîst bike ew ê ji bo parastina welatiyên xwe tedbîran bigirin, lê bi awayekî fermî behsa gefa girtina balyozxaneya DYA`yê ya li Bexdayê nekir.

Çavkaniyên dîplomatîk ragihand ku balyozxaneya Amerîkayê bi rastî jî hejmarake leşkerên xwe yên li Bexdadê bo Erbîlê û bo demekê veguhezand û bendewarê temamkirina nirxandina rewşa ewlekariyê ya li paytexta Iraqê ye.

EL-BEYAN: MILÎSAN SERHILDANEKE MILÎSÎ LI DIJÎ ÇARESERIYA SIYASÎ YA LI ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ RADIGIHÎNIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan ev yek nivîsand: "Milîsên li Trablusê dixwazin dema veguhastina demkî dirêjtir be û ev jî berovajî xwesteka Lîbyayê ye û daxuyaniyên têne ragihandin behsa çareseriya siyasî dikin, ku gefan li hebûna wan dixwe yan jî bandorê li berjewendiyên wan dike. Her wiha destnîşan dikin ku tu têkiliya wan bi encamên hevdîtinên siyasî yên ku li derveyî welat li dar dikevin tune ye û hişyariya şerekî nû yê li Lîbyayê didin, heta di destpêka operasyonên Tirkiye yên veguhastina çeteyên ji Sûriyê de ji bo Lîbyayê hin çavdêr hatin hişyarkirin."

Çavdêr dibînin ku milîsan li  dijî kar û xebata siyasî hişyarî dane û bal kişandin ser ku aliyên herêmî hewl didin ku beriya civînên li Cinêvê dest pê bikin têk bibin.

Milîsên li herêma Borquwîn a li hemberî xeta Sor a Serte-Cefayê û piraniya wan ji Misrata ne da zanîn ku ew encamên hevdîtinên derve yên ku niha li dar dikevin û nûnerên wan tê de tune ne red dikin.

(eh)