Li navenda bajarê Efrînê teqîn

Li navenda bajara Efrînê ya dagirkirî bombeyek li nêzî çerxereya Newroz teqiya. Di encamê de gelek zirarên madî çêbûn.

Li navenda bajarê Efrînê teqîn
1 cotmeh, 2020   08:17
ŞEHBA

Li gorî agahiyan bombe di erebeyeke li nêzî çerxereya Newroz de li navenda bajêr hat teqandin.

Di encamê de, gelek zirarên madî çêbûn, lê derbarê ziyanên canî de tu agahî nehatin bidestxistin.

ANHA