Rojnameyên erebî: Tirkiye dixwaze xwe bigihîne gaza Qafkasyayê û moşekên Bexdayê jî gihaştin Hewlêrê

Rojnameyên erebî yên îro der barê cezayên Amerîkayê yên li ser hikumeta Şamê, her wiha geşedanên li Qerebaxê û rewşa Iraqê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Tirkiye dixwaze xwe bigihîne gaza Qafkasyayê û moşekên Bexdayê jî gihaştin Hewlêrê
1 cotmeh, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: DI SALVEGERA DESTWERDANA RÛSYAYÊ DE AMERÎKA REJÎMA SÛRIYÊ CEZA DIKE

Rojnameyê wiha nivîsî: “Duh Washingtonê li dijî hin kesayetên ewlehiyê, leşkerî û aborî yên girêdayî rejîma Sûriyê ceza birîn, ceza di roja salvegera destwerdana Rûsyayê bo Sûriyê de hatin birîn.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Ji nava kesên ku ketin ber cezayan, berpirsê bankaya navendî Haizim Qerfûl, rêvebirê îstixbarata giştî Husam Loqa û du jinên bi navên Rena û Nisrîn ku xwişkên Yesar Îbrahîm in, Îbrahîm kar û barên aborî yên Esmaa El-Esed hevsera serokê Sûriyê Beşar El-Esed bi rê ve dibe, her wiha ji kesên hatin cezarkirin Xidir Tahir bîn Elî yê girêdayî ‘Tugaya 4’an’ a bi serokatiya Mahir El-Esed e.

Wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Stephen Mnuchin bi daxuyaniyekê got: “Yên ku li aliyê rejîma Beşar El-Esed a hovane ne, binpêkirinên wî li dijî mafên mirovan zêde dikin”. Wezîrê karên derve Mike Pompeo jî got birîna cezayan li dijî kesayetên Sûriyê dê “raneweste ta ku rejîm ji bo bidawîkirina tundiyê li dijî gelê Sûriyê gavên bêveger neavêje.”

UKAZ: ŞERÊ QEREBAXÊ JI BO DIZIYA GAZ Û PETROLA QAFKASYAYÊ YE

Der barê geşedanên li Qerebaxê de vrojnameyê nivîsî: “Li herêma Nagorny Qerebax boriyên petrolê yên xwedî girîngiya stratejîk derbas dibin, ji ber ku cihekî jeopolîtîk yê girîng e, ev borî, petrola Deryaya Xezarê di ser Gurcistan û Tirkiyê re, ji Azerbêcanê vediguhêze dewletên Rojava.

Rejîma Tirkiyê vî şerê di navbera Ermenistanê û Azerbêcanê de bi kar tîne, çeteyan bi rê dike da ku agir li dijî Bakûyê gur bike û para xwe ya petrolê û gazê biparêze, ji ber wê Tirkiye destwerdana vî şerî dike.”

EL-EREB: DI HEVDÎTINÊN XERDEQA DE PARASTINA SAZÛMANÊN PETROLÊ MIJARA SEREKE YE

Rojnameyê nivîsî: “Kar û barên parastina dezgehên petrolê mijara sereke ye di hevdîtnên berpirsên leşkerî yên Lîbyayê ye ku roja duşemê ta sêşemê li Xerdeqayê pêk hatin.

Koma 5+5 ku li Konferansa Berlînê hatiye avakirin, gelek mijarên ewlehiyê gotûbêj kirin, erk û berpirsyariyên parastina saziyên petrolê radestî komîteya leşkerî ya hevbeş kirin, her wiha rewşa hilberîna petrolê hate gotûbêjkirin.”

ŞERQ EL-EWSAT: MOŞEKÊN BEXDAYÊ YÊN ‘GEROK’ GIHAŞTIN HEWLÊRÊ

Rojnameyê nivîsî: “Geşedaneke nû rû da, li gorî çavdêran a herî metirsnak e. Duh hate ragihandin ku hin moşek li nêzî baregeha leşkerî ya hêzên hevpeymana navdewletî, nêzî Balefirgeha Hewlêrê ku paytexta herêma Kurdistanê ye, ketin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Çavkaniyên Kurdan metirsiya xwe anî ser ziman û got ev bûyer dê bibe sedem ku kiryarên neyînî ji aliyê komê nêzî Îranê ve pêk bên, ev kom di nava çend mehan de êrîş birin ser şandeyên dîplomatîk û hêzên hevpeymanê û balefirgeha Bexdayê.”