Pûtîn û Macron ji bo Qerebaxê banga agirbestê kirin

Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn û hempêşeyê wî yê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê banga rawestandina şer li herêma Qerebaxê (Artsax) kir.

Pûtîn û Macron ji bo Qerebaxê banga agirbestê kirin
1 cotmeh, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du serokan pişrast kirin ku ew amade ne li ser asta dîplomatîk rol bilîzin û rageşiyê çareser bikin. Her wiha Kremlin eşkere kir ku Pûtîn mudexeleya Macron di kar û barên Belarusya de red kir.

Serokatiya Rûsyayê di daxuyaniyekê de got: "Pûtîn û Macron bang li her du aliyên nakok li herêma Qerebax kirin ku şer rawestînin."

Serokatiya Rûsyayê diyar kir ku her du serokan pîvanên hevkariya pêşerojê nîqaş kirine nesaxim di çarçoveya koma Minsk de ya girêdayî rêxistina ewlehiyê û hevkariyê ya Ewropayê.

Koma Minsk a girêdayî doza herêma Qerebax ji Rûsya, Fransa û DYA`yê pêk tê.

Li gorî Kremlin her du serokan amade ne, daxuyaniyeke bi navê hevserokatiya koma Minskê ku banga agirbestê û destpêkirina dan û standinan dike, bidin.

Ji Yekşemê ve şerên dijwar li herêma Qerebax ruxmî bangawaziyên navneteweyî ji bo agirbestê, rû didin.

(şx)