Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek

Însiyatîfa Dayikên Gerîla li Qamişlo û Tirbespiyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser kiryarên PDK’ê yên çêkirina qereqolan li ser sînorê Rojava û bang li jin û dayikên ji Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî vê polîtîkaya şaş a PDK`ê derkevin û got “Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek.”

Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek
Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek
Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek
Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek
Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek
Însiyatîfa Dayikên Gerîla: Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek
30 îlon, 2020   11:14
QAMIŞLO

Li Qamişloyê daxuyanî li Parka Gel hat dayîn. Daxuyanî bi amadebûna dayik û xwişkên şehîd û gerîlayên HPG`ê, ji aliyê xwişka şehîd Dijwar Qamişlo, Stêra Îbrahîm ve hat xwendin.

Her wiha li navçeya Tirbespiyê jî li pêş Şaredariya Gel dayikên gerîla kom bûn û heman daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Cewhar Temo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em li ser navê Însiyatîfa Dayikên Gerîla deng û bangewaziya xwe ya dîrokî li hember siyaseta şaş û polîtîkayên ji derveyî mirovahiyê didin diyarkirin û bangî hemû cîhanê dikin ku divê demildest dev ji van kiryarên li dijî jiyan û mirovatiyê berdin û ev sînorên ku bi destê PDK`ê di nava Kurdan de tên avakirin, bila bên rakirin. Kurdistan yek parçe ye û Kurd yek netewe ye, hûn nikarin erdê me parçe bikin û hûn nikarin me ji zarokên me qut bikin.

Sîyaseta PDK`ê şaş e, em şermezar dikin, canê me jî di ber de biçe, van sînorên ku li dijî mirovayetiyê tên danîn, bi tu awayî qebûl nakin, ji bo van sînoran ji nava Kurdan rakin gelek xwîn hate rijandin. Bi hezaran xort û keçên Kurdan canê xwe da û hîn jî di oxira xaka xwe de canê xwe feda dikin, lê belê îro bi destê PDK`ê 40 qereqol hatine avakirin û bi vekirina xendekan re dixwazin bi çêkirina sînoran parçekirin û tunekirina qewmê Kurdan pêk bînin.

Em li dijî vê zîhniyeta dagirker, siyaseta parçekirin û kiryarên li dijî mirovatiyê ne.

Em jin û dayikên Kurdan, dayikên kezebşewitî yên gerîla ne, em bang dikin û dibêjin hûn nikarin sînoran di navbera me û zarokên me de deynin, li hemberî vê kiryara bêrûmet em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û qebûl nekin. Ev qereqolên PDK`ê û xendekên têne avakirin ji bo bên rakirin, çi pêwîst e em ê bikin.

Ji bo vê yekê em bi taybet bang li hemû jin û dayikên Başûrê Kurdistanê dikin ku divê li hemberî ev polîtîkaya şaş a PDK`ê derkevin û helwesta xwe diyar bikin. Werin em bi hev re li dijî parçekirina welatê xwe bibin yek, li hemberî vê siyaseta sînoran astengkirin û rêgirtinê, em bang dikin û wek Însiyastîfa Dayikên Gerîla deng û bangewaziya xwe ya dîrokî û mirovî digihînin dilê bi milyonan û em dibêjin dengê dilê dayikên dilşewat bibîhizin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LfjE1heni5c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_skvZRYrHIs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>