Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Miriî El-Hesen ku şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû, spart axê.

Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
Li Minbicê şehîd Miriî El-Hesen hat oxirkirin
30 îlon, 2020   11:26
MINBIC

Îro bi sedan şêniyên Minbicê li pêş Nexweşxaneya Firatê kom bûn û ji wir cenazeyê şehîd Miriî El-Hesen wergirt. Miriî El-Hesen dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.

Piştî şêniyan cenaze wergirt bi karwanekî girseyî ber bi goristana şehîdan ve çûn. Li goristanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toraneke leşkerî li dar xist. Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Abdurehman Benawî wiha got: "Di vê rojê de, bajarê Minbicê lehengekî din li baxçeyê şehîd û kulîlkan zêde kir."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Werde Ehmed jî wiha got: "Şehîdan rêgezên ronahî û jiyana azad a birûmet nivîsandin, her wiha canê xwe di oxira rizgarkirina welat de ji qirêjiya terorê, da."

Li aliyekî din jî serokê Desteya Kar û Barên Oldaran a Minbicê Elî Cimêlî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê da zanîn ku gelê ku van şehîdên qehreman diwelindîne, têk naçe.  Cimêlî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker rêbazên kirêt, hovane û dagirkeriyê li dijî gelên cîran pêk tîne.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbata Şehîdan Cemîla Îbrahîm wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiya merasîmê de, bi tilîliyên dayikan de cenazeyê şehîd Miriî El-Hesen hat veşartin.

(fr)

ANHA