Macron ji ber destwerdana li Qerebaxê dewleta Tirk rexne kir

Serokê Fransayê Emmanuel Macron têkildarî destwerdana dewleta Tirk li herêma Qerebax a di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de, fikara xwe anî ser ziman û kiryarên Enqereyê wek xeternak bi nav kirin.

Macron ji ber destwerdana li Qerebaxê dewleta Tirk rexne kir
30 îlon, 2020   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê diyar kir ku serokê Fransayê Emmanuel Macron îro got şêwaza dewleta Tirk a şer dihêle ku Azerbêcan careke din Qerebaxê dagir bike û ev yek nayê pejirandin.

Macron got: "Min daxuyaniyên siyasî yên Tirkiye yên piştgiriya Azerbêcanê dîtin û di baweriya min de ev xeternak in."

Macron piştrast kir ku ji ber ku Parîs, Moskov û Washington tev li Koma Mînskê ya têkildarî çareseriya rewşa Qerebaxê ya girêdayî Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê ne, dixwaze vê mijarê bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re nîqaş bike û sibe dê bi serokê DYA’yê Donald Trump re jî nîqaş bike.

Beriya niha dewleta Tirk piştgiriya xwe ji Azerbêcanê re nîşan dabû.

eh