PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand

PYD'ê, rewşa siyasî li ser asta herêmên Rêveberiya Xweser ji şêniyên bajarokê Til Ehmeda navçeya Til Hemîsê re şîrove kir.

PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand
PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand
PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand
PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand
PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand
PYD'ê rewşa siyasî ji şêniyên Til Hemîsê re nirxand
28 îlon, 2020   15:20
QAMIŞLO

Civîn li Navenda Meclisa Bajaroka Til Ehmedê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê, di nav de rûspî û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê PYD'ê Xalib Sadûn rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê nirxandin.

Sadûn destnîşan kir ku divê şênî li hemberî êrişên domdar ên ser herêmê helwesteke sabit bigirin û got: "Ji ber ku em xwediyê vê axê ne û biryar biryara me ye. Em bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne û destwerdanên derve red dikin."

Sadûn destnîşan kir ku hilbijartina ciwanên pêkhateyên herêmê li dijî wê civakê ne ku ji bo derxistina tevlihevîyê wan bikin çete li şûna ku welatê xwe biparêzin.

Endamê PYD'ê Salih El-Xelef jî diyar kir ku aloziya Sûriyê didome, şerê di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst û dewletên herêmê de li ser petrol û rêyên bazirganiyê rû dide, her hêzek hewl dide hêrêmên di bin serweriya xwe de berfireh bike da berjewendiyan bi dest bixe.

Endama rêveber a PYD'ê Rojda Hesen ev tişt diyar kir: "Mijarin hene divê em girîngiyê bidinê, wekî kiryarên dewleta Tirk ên bi rêya şaneyên wê li ser xaka Sûriyê, hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê. Ji ber vê divê em hevgirtî bin û bi hêzên ewlehiyê re tevkar bin da ku planên şaneyan neçin serî."

ANHA