Dagirker êrişî gundên xeta Sacûrê yê bakurê Minbicê kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Qîrata yê bakurê rojhilatê Minbicê gundên li xeta Çemê Sacûrê topbaran kirin.

Dagirker êrişî gundên xeta Sacûrê yê bakurê Minbicê kirin
28 îlon, 2020   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li gundê Qîrata yê bakurê rojhilatê Minbicê ji saetên sibeha heta piştî nîvor gundên li ser xeta Çemê Sacûrê topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şênî ji tirsa ji malên xwe derketin.

Navenda ragihandinê destnîşan kir ku 8 top li nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundên nêzî xeta eniyê ketin, di encamên de tenê ziyanên madî gihiştin milkên sivîlan.

ANHA