Moşekek nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ket

Çavkaniyek di ewlehiya Iraqê de ragihand ku moşekek katyusha li xaniyek nêzê Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ketiye.

Moşekek nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ket
28 îlon, 2020   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Alsumaria re got: "Moşekek katyusha li xaniyek nêzê Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ket."

Her wiha destnîşan kir li gorî agahiyên destpêkê qurbanî hene.

Li gorî raporan, DYA'yê ji ber êrişan, gefa girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê xwar û li ser vê yekê Iraq agahdar kir.