Şaredariyên gel ên Til Hemîs û Şêxmeqsûdê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn

Şaredariya Gel a Til Hemîsê projeyên restorekirina rêyên gundan pêk anî û her wiha hemleya paqijiya giştî da destpêkirin. Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê jî daxwazên gel bersivandin û dest bi gelek xebatên xizmetguzariyê kir.

Şaredariyên gel ên Til Hemîs û Şêxmeqsûdê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn
28 îlon, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên gel ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya hatina zivistanê projeyên xwe yên ximzetguzariyê bi dawî kirin. Li gelek herêman xebatên paqijkirin, restorekirina rêyan û sererastkirina toreyên kanalîzasyonê berdewam in.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ji bilî şaredariya navçeyê, projeyên rêyan li gorî plansaziya sala 2020`an bi dawî kirin,  Şaredariya Cezayê 5 rê sererast kirin; rêyên di nava Cezayê de, Qadisiye Mezin, Qadisiye Biçûk, Beşo û Iheymir. Lêçûna vê xebatê derdora 31 milyon lîreyên Sûriyê bû.

Şaredariya Ukazê jî gelek projeyên rêyan di nava bajarok de, gundên Hedîbiye, Zîbe, Aber û Naim bi lêçûna 31 milyon lîreyên Sûriyê bi dawî kir. Li bajarokê Til Ehmed de jî projeya rêya Xerîce û rêya giştî bi lêçûna 31 milyon lîre pêk anî. Li bajarokê Ebû Cirin, rêya di nava bajarok de, rêya giştî, rêya taybet, rêya Daibûliye bi lêçûna 31 milyon lîrey hatin sererastkirin.

Tê payîn ku Şaredariya Gel dest bi sererastkirina rêya Saidiye Biçûk û Muheleq Rojhilat li navçeyê hefteya bê bi lêçûna 40 milyon lîre bike.

Şaredariyên Ceza, Ukaz û Til Ehmed ên girêdayî Til Hemîsê amadekariyên pêkanîna gelek projeyên restorekirin û sererastkirina pirên girîng û peydakirina ava vexwarinê ji gelek gundan re û paqijkirina toreyên kanalîzasyonê dikin.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê îro dest bi hemleya rakirina çopê ji navçeyê û gundên nêzî wê kir. Gelek çop ji gundê Saidiye rakir.

ŞAREDARIYA GEL A ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYE GILIYÊN ŞÊNIYAN BERSIVANDIN

Nivîsgeha Fenî bi koordîneya meclisên taxan û meclisên xizmetguzariyê re hewl dide giliyên şêniyan ên ku bi rêya komînan gihaştina ber destê wan, bibersivîne.

Komîteyên xizmetguzariyê di vê mehê de Dibistana Helîme Sadiye ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd restore kir û qada dibistanê bi rûbera 40 metreyan ji nû ve çêkir. Her wiha Dibistana Fayiz Mihemed a li beşa rojhilatê taxê ji bermahiyan paqij kir.

Li ser giliyên şêniyên taxa Şêxmeqsûdê şaredariyê 173 boriyên kanalîzasyonê sererast kirin.

Her wiha Komîteya Avê toreyên avê li deverên cuda li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye restore kirin, kolanên sereke yên her du taxan bi klorê şûştin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel Hesen Ferec got ew hewl didin giliyên şêniyên taxê bînin cih ji ber ku xizmeta civakê erka wan e. Ferec destnîşan kir ku hemleya paqijiyê û rakirina bermahiyan ji malên wêrankirî berdewam in. Hemle li beşa rojhilatê taxê bi dawî bûye û niha li beşa rojavayê taxê dest pê kiriye û piştre dê li taxa Eşrefiyê bidome.

(şx)

ANHA