Jinên girtî û YJA ya Ermenistanê piştgirî da pêngava KCK’ê

Girtiyên jin ên li girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê û xwedî li pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" derketin û Yekitiya Jinên Azad  a Ermenistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngavê.

Jinên girtî û YJA ya Ermenistanê piştgirî da pêngava KCK’ê
28 îlon, 2020   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniyek hate dayîn û jinan diyar kir ku xwedî li pêngava KCK'ê derdikevin ku bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de ku bi navê girtiyên PKK û PAJK'î hate dayin, pêngav hate silavkirin û hate gotin, "Bi sekna li Heftanînê pêngava me dest pê kir. Biryardariya me ya li têkoşînê biryardariya serketina misoger e. Bi navê jinên berxwedêr ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê em vê pêngavê silav dikin. Sekn û biryardariya hevalên li warê azadiyê sekn û biryardariya me ye. Bi bawerî û coşa pêngava azadkirinê, dil û rûyê me ber bi hevalên li çiyê ne. Baweriya me xurt e ku pêngava me wê bi rengê herî xurt bi ser bikeve û em ê bigihêjin Rêber û gelê xwe. Dilê me bi gelê me û serokê me re ye. An serketin an serketin."

JINÊN KURD ÊN LI ERMENISTANÊ PIŞTGIRÎ DA PÊNGAVÊ

Bi wesîleya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" ya KCK'ê û pêngava "Dema parastina jina azad û civakê" ya KJK'ê jinên Kurd ên li Ermenistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi navê Yekitiya Jinên Azad (YJA) ve hate dayîn û endama rêveberiya YJA'yê Çîçek Rezgar axivî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê azadkirin û hate gotin, "Heta Rêber Apo azad nebe, jin û civak azad nabe. Lewma azadiya Rêber Apo wê yekane armanca me be û ji bo vê em ê têkoşînê mezin bikin."

Di daxuyaniyê de êrişên destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan wê bi ser nekeve, bi berxwedana jinên Kurd wê faşîzm bi dawî bibe.