Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi kedkarên Minbicê re civiya

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê encamên kongreya xwe ya duyemîn ji kedkarên bajarê Minbicê re şîrove kir.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi kedkarên Minbicê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi kedkarên Minbicê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi kedkarên Minbicê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi kedkarên Minbicê re civiya
28 îlon, 2020   13:33
MINBIC

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo şîrovekirina encamên kongreya xwe ya duyemîn a ku 29'ê Tebaxê li dar xistibû, civînek bi kedkarên Minbicê re li dar xist.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê bi beşdarbûna bi dehan kedkar û endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li dar ket.

Di civînê de Hevseroka Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd geşedanên siyasî nirxandin. Ezab Ebûd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina destkeftiyên herêmî bi aliyên Sûrî, herêmî û navnetewî re hevdîtinan dike û got: "Armanca me rawestandina herikîna xwîna gelê Sûriyê ye. Em di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de nêrîna me heman a Rêveberiya Xweser e, ku  çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e. Divê civaka navneteweyî, bi taybet Rûsya ku yek ji dewletên garantor li Sûriyê ye, rola xwe di pêkanîna vê diyalogê de pêk bîne."

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Cewhera Hiso rêgezên partiyê şîrove kir û wiha domand: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê partiyeke siyasî ya gel e, têkoşîna aştiyane esas digire da ku armancên xwe di guhertîna ber bi demokrasiyê ve pêk bîne. Partî hemû rêgez û nêrînên nijadperest red dike û banga wekhevî û azadiya herdu zayendan dike."

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê Mazin Hemîs jî bal kişand ser armancên partiyê û got: "Partiya me, teqeziyê bi yekitiya xaka û gelê Sûriyê dike û li dijî parçebûn û serxwebûna Sûriyê ye."

Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê diyar kirin ku mîna van civînan li hemû bajar û gundan werin lidarxistin.

ANHA