Abdulkerîm Saroxan: Divê em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin

Abdulkerîm Saroxan diyar kir ku bi saya hevgirtina gelên herêmê, çeteyên ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike, tune dibin û îşaret pê kir ku gelên herêmê guhertina demografîk red dikin û got: “Em di şerê xwe de bi ser ketin. Divê di pêvajoya bê de em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin.”

Abdulkerîm Saroxan: Divê em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin
Abdulkerîm Saroxan: Divê em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin
Abdulkerîm Saroxan: Divê em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin
Abdulkerîm Saroxan: Divê em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin
Abdulkerîm Saroxan: Divê em bi yek bin da ku serkeftinê mîsoger bikin
28 îlon, 2020   12:14
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çiyayên Heftanînê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li dawiya Kolana Filistînê bi dawî bû. Şêniyan pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji guhertina demografîk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re”, “Em dagirkeriyê tune bikin û nirxên şoreşê biparêzin”, “Em dagirkeriyê tune bikin û tecrîdê bi dawî bikin” û alên partiyên siyasî, Kongreya Star, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Piştî meşê mitîngek li dar ket û di mitîngê de endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan got: “Bi saya hevgirtina gelên herêmê û israra hêzên leşkerî ku terorê tune bikin, me tevahiya êrişên li dijî herêmên xwe rawestandin û terora ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatibû birêxistinkirin, tune kir.”

Saroxan wiha domand: “Bi rêya çalakiyên xwe û bi yek dengî em redkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û vejandina dewleta Osmanî li herêmên me bi temamî red dikin. Em guhertina demografiya herêmên dagirkirî û komkujiyên li dijî gelên herêmê red dikin.”

Saroxan diyar kir ku gelê herêmê di şerê xwe de bi ser ket û niha derbasî pêvajoyeke nû dibe. Di vê pêvajoyê de yekitî pêwîst e da ku serkeftin mîsoger bibe, ji ber ku gelek guhertinên mezin li Sûriyê çêdibin.

Saroxan di dawiya axaftina xwe de got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe mohra xwe li dîrokê da. Bi vê giyanê dê berxwedana xwe berdewam bikin heta ku armancên xwe pêk bînin.”

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gelên herêmê û gelê Kurd li tevahiya axa Kurdistanê û bidawîkirina tecrîdê bi dawî bû.

(şx)

ANHA