Li Misirê ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya Lîbyayê civînek hate lidarxistin

Çavkaniyan diyar kir ku bajarê Xerdeqa yê Misirê ji bo li welat hêzeke leşkerî were avakirin, ji bo dûrxistina çeteyan û parastina bîrên petrolê di navbera aliyên Lîbyayê de civîneke ewlekariyê li dar dikeve.

Li Misirê ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya Lîbyayê civînek hate lidarxistin
28 îlon, 2020   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan civîn bi armanca mîsogeriya ewlekariya saziyan, bîrên petrolê û binesaziyê li dar ketiye, ev jî dê bi rêya avakirina du komîteyên leşkerî yên ji rojhilat û rojavayê Lîbyayê û li welat hêzeke leşkerî were avakirin, pêk were.

Çavkaniyên Lîbyayê ragihand ku di civînê de nîqaşa danîna planên ku çete û milîsên çekdar dûr bixin û parastina bîrên petrolê yên li Lîbyayê pêk were, kirin.

Civîna li Xerdeqayê ya di navbera aliyên leşkerî yên Lîbyayê de di çarçoveya diyalogên komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê ku bi navê ‘5+5’ tê naskirin û encamên Konfernsa Berlînê ye, pêk hatiye. Kongreya Berlînê ji bo avakirina hêzeke hevbeş û yekitiya saziyên leşkerî çêbe, banga nîqaşa dosyayên ewlehî û leşkerî dikir.

eh