Parlamenterekî Ermenistanê: Çeteyên ji Sûriyê li Azerbêcanê malên gel talan dikin

Endamê parlementoya Ermenistanê Vhagen Typhusian diyar kir ku çeteyên ku Azerbêcanê ji bo êrişkirina Qerebaxê anîne, dest bi talana bazar û diziya malên welatiyên Azerbêcanê kiriye. 

Parlamenterekî Ermenistanê: Çeteyên ji Sûriyê li Azerbêcanê malên gel talan dikin
28 îlon, 2020   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê parlamentoyê Vhagen Typhusian ji ajansa Armen Press a Ermenistanê re axivî û wiha got: “Çete hewl didin heta li ser welatiyên Azerbêcanê jî şerîeta îslamê ferz bikin.”

Typhusian bi bîr xist ku di destpêka meha Îlonê de rojnameya Russian Nezavisimaya Gazeta, diyar kiribû ku çeteyên ji Sûriyê plan dikir ku êrişî Ermenistanê bikin, lê ew gotar bi fişara Azerbêcanê hat jêbirin.

Li gorî endamê parlamentoyê, der barê şêwazê dan û standinên çeteyan bi welatiyên Azerbêcanê re, agahî ji çavkaniyên cur bi cur tên.

Vhagen Typhusian tekez kir ku şêniyên gundên Azerbêcanê ku çete li gundên wan bi cih bûne, ji ber hewldana ferzkirina şerîeta îslamê li ser wan ji aliyê çeteyan ve gilî dikin û destnîşan kir ku çete dikanan didizin, talanê dikin, nahêlin jin servekirî derkevin û li kolanan tiştên mirovan didizin.   

(oh)