Hêzên Ewlekariyê encamên pêngava li dijî hişbirê eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîna  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kongreyeke çapemeniyê bîlançoya pêngava "Têkoşîna li dijî hişbiriyê" ya ku 9'ê Îlonê dabû destpêkirin, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariyê encamên pêngava li dijî hişbirê eşkere kir
25 îlon, 2020   17:07
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyeke çapemeniyê li Akademiya Şehîd Mihyedîn a bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo li dar xist û têkildarî bîlançoya pêngava "Têkoşîna li dijî hişbiriyê " ya ku 9'ê Îlonê dabû destpêkirin, daxuyaniyek parve kir.

Daxuyaniya Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo parastina mîraseya exlaqî ya civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yên ji beriya hezarên salan ve xwe li ser hezkirin û aştiyê û rêgezên şaristaniyê avakirin û ji bingehê pêkanîna erkên me yên qanûnî exlaqî wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Têkoşîna li Dijî Sûcan em hewl didin ku belavbûna jehra hişbirî û bazirganiya wê bi hemû cûreyên wê yên herêmî û xwecihî bi sînor bikin.

Nexweşiya hişbirê di vê serdemê de bi lez û bi rêbazên cûda di nava civakan de belav dibin û bandoreke xeter mîna kujer li civakên xizan û dewlemend dike.

Bê guman nexweşiya hişbirê û bazirganiya wê, ji xeterî û astengiyên herî mezin li pêşiya saziyên têkoşînê li dijî wê ne. Tevî hemû zehmetiyan, em endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî me soz da ku van zehmetiyan bi rêya pêşxistina  hêza kar û endamên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherînin derfetê, da ku rêbaz û cûreyên van sûcên ne exlaqî yên ku bikarhîner û bazirganên madeyên hişbirê pêk tînin keşif bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi biryara Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî girtina tedbîr û girtekên qanûnî, di dîroka 9'ê Îlona 2020'an pêngava girtina tore û bazirganên hişbirê hate destpêkirin.

Hate destnîşankirin ku di pêngavê de 182 gumanbar, di nav de 33 bazirgan û 71 danasîner, 78 bikarhênerên narkotîkê û mîqdarên mezin ên madeyê bi wan re hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê madeyên ku hatine desteserkirin û rêjeya wan wiha ye:

213 dest heşîş

215510 hebên hişbirê

51,5 gram heroin

124 derziyên anesteziyê

3159 bax heşîş

22 kîlogram heşîşa ernûs

6593 heşîşa hevîr

660 gram madeya H Bos a hişbirê

Her wiha di pêngavê de rêjeyek çek hatin desteserkirin;

20 Kalashnikov

14 bombeyên destan

20 tivingên nêçîrê

10 demançe

Topek hawanê

1217 guleyên kalashnikov

8 rextên leşkerî

34 cercûrên Kalashnikov.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 26'ê Hezîrênê de (Roja Aştiyê ya Têkbirina Hişbirê) de rêjeyek madeyên hişbirê hatin desteserkirin û wiha rêz kir:

218366 hebên hişbirê

94528 kîlo heşîş

2063 şitlên heşîşê

1.528 kîlo heşîşa H-Bose

49 derzî anestîk

2.863 gram hêroîn û 502 gram kokaîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wan di dîroka 6'ê Îlona 2020'an de bi hevkariya Dozgeriya Giştîre 1655 kîlogram heşîş îmha kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn spasiya saziyên di serkeftina pêngavê de cih girtin kir û bang li hemû beşên civakî kir û saziyên ragihandin û tevgerên ciwanan kir ku zanista exlaqî û tenduristî belav bikin da ku nexweşiya ku nixên civakê xirab bide bi sînor bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8mFw-ZNkSvo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>