Hikumeta Şamê bi dehan karmendên şirketên Mexlûf serbest berdan

Hikumeta Şamê, bi dehan karmendên şirketên Ramî Mexlûf serbest berdan. Hêjayî gotinê ye ku hikumetê mehên borî girtekên giran li dijî Ramî Mexlûf ferz kiribûn.

Hikumeta Şamê bi dehan karmendên şirketên Mexlûf serbest berdan
25 îlon, 2020   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku dezgehên ewlekariyê yên hikumeta Şamê piraniya karmendên şirketên ayidî karsazê mezin kurê xalê Beşar Esed, Ramû Mexlûf serbest berdan.

SOHR diyar kir ku ji karmendên hatine berdan, 41 di şirketa "Syriatel" de û 57 kesên din jî di "Komeleya El-Bustan" ya mirovî de xebitîn hebûn.

Her wiha destnîşan kir 58 efser û endamên hêzên rêjîmê" yên ku bi komên çekdar re hevkar bûn hatin berdan.

Karmendekî şirkete Syriatel ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFP'ê re diyar kir ku ku gelek karmend û rêveberên şirketên hatin berdan, lê tenê navê 4 kesan dizane.