Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir El-Xelef bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin
25 îlon, 2020   17:08
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir El-Xelef ê ku li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmekê spart axê.

Şêniyan cenaze ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên YPG, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Şêxa Xelîl, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandar Idrîs Hesekê got: "Mirov nikare gotin û hestên xwe li beramberî lehengiya şehîdan bîne ziman. Ji ber ku fedekariyên şehîdan li ser gotinan e. Tenê em dikarin soza xwe ya şopandina xeta wan heta pêkanîna armacên şoreşê nû bikin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Aya Keleş nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

ANHA