​​​​​​​Serokê Filîstînê banga kongreyeke aştiyê li NY'yê kir

Serokê Filîstînî Mehmûd Abas got, bêyî çareseriyeke adil ji bo pirsgirêka Filistînê wê aştî li herêmê pêk neyê.  Ebas bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres kir ku kongreyeke navneteweyî ji bo destpêkirina pêvajoya aştî ya rastîn, ji destpêka sala bê li dar bixe.

​​​​​​​Serokê Filîstînê banga kongreyeke aştiyê li NY'yê kir
25 îlon, 2020   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir: "Ji bo sazkirina kongreyeke navneteweyî bi beşdariya hemî aliyên peywendîdar, bi hevkariya Hevpeymaniya Çaralî ya Rojhilata Navîn û Konseya Ewlekariyê, ji bo destpêka sala bê, dest bi amadekariyan bike. Da ku beşdarî pêvajoyek aştî ya rastîn a li ser bingeha qanûna navneteweyî û meşruiyeta navneteweyî. Ev ê bibe sedema bidawîbûna dagirkirinê û gelê Filîstîn li dewleta xwe ya ku Qudsa Rojhilat paytexta wî azadî û serxwebûna xwe bi dest dixe, û hemî pirsgirêkên statûya dawî, nemaze pirsgirêka penaberan, li ser bingeha Biryara 194 çareser bibin."

Ebas di axaftina xwe ya li pêşiya civîna 75'emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wiha got: "Gelê me, digel hemî astengî û zehmetiyan, bi beşdariya hemî hêz, partî û saziyên neteweyî, ji bo hilbijartinên parlamento û paşê serokatiyê amade dibe. Rêxistina Rizgariya Filîstînê destûr nedaye kesek ku li ser navê gelê me yê Filîstînî biaxive an danûstandin bike. Rêya yekane ji bo aştiyek mayînde, berfireh û dadmend li herêma me bidawîkirina dagirkeriyê ye û sepandina serbixwebûna dewleta Filîstînê li gorî sînor 1967'an ku Qudisa Rojhilat paytexta wê ye.

Ebas weha got, "Bi hebûna dagirkeriyê û bêyî çareseriyeke adil û berfireh ji pirsgirêka Filîstînê aştî û aramî li herêmê ne pêkan e."