‘Em banga hevdîtinan dikin lê hikumeta Başûr xendekan dikole’

Dayikên şehîd û gêrîlayên HPG`ê li ser kolandina xendekan li ser sînorê Başûr û Rojava ji aliyê hikumeta Başûr ve, diyar kir ku ew banga hevdîtinan dikin û hikumeta Başûr xendekan dikole û got: “Hikumeta Başûr bi kiryarên xwe, xwe dike dijminê birayê xwe û em vê yekê qet qebûl nakin.”

‘Em banga hevdîtinan dikin lê hikumeta Başûr xendekan dikole’
‘Em banga hevdîtinan dikin lê hikumeta Başûr xendekan dikole’
‘Em banga hevdîtinan dikin lê hikumeta Başûr xendekan dikole’
25 îlon, 2020   08:04
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di vê demê de ku Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dibe hedef  û xebatên yekitiya kurdî di qonaxa xwe ya duyem de ye jî, hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser sînorê Başûr-Rojava de çeperan vedide û çek û cebilxaneyên giran dikişîne ser sînor.

Der barê vê mijarê de dayikên şehîd û gêrîleyên HPG`ê yên ji bajarê Qamişloyê ji ANHA`ê re axivîn.

Dayika bi navê Iqlîma Hisên bal kişand ser bûyera kolandina xendekan di sala 2014`an de ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve û got: "Em hemû çûn wê deverê û bi destê xwe me xendek girtin.”

Di sala 2014’ê de PDK`ê li ser sînorê Başûrê û Rojava xendek kolandibûn, ev yek ji aliyê gelê Rojava ve hatibû protestokirin.

Dayika Iqlîma got: "Dema ku dewleta Tirk van kiryaran dike, ji ber ku dijminê me ye, ger dewleta Tirk dijminê me be, dijminê wan e jî."

Dayika Iqlîma da xuyakirin ku Kurd hemû birayên hev in û ew daxwaza yekitî û azadiyê dikin û got: "Em mafê xwe dixwazin, em banga Kurdistaneke azad û serbixwe dikin."

Dayika Iqlîma da zanîn ku îro roj zarokên wan di çeperên şer de ne, berxwedanê li hember dewleta Tirk a dagirker re dikin û got: "Ew qas şehîdên ku me dane ji bo Kurdistaneke azad in.”

Dayika Iqlîm diyar kir ku dema ew berevaniya kurdayetiyê dikin, berevaniya axa Kurdistanê jî dikin û got: "Em li vir banga hevdîtinan ji bo yekitiyê dikin û hikumeta Başûr li wir xendekan dikole."

Iqlîma bang li hikumeta Başûr kir ku destê xwe ji destê dewleta Tirk derxe û daxwaza destgirtina biratiyê kir û got: "Ger em Kurd xwe bi xwe axa xwe neparêzin tu kes axa me naparêze.”

‘HIKUMETA BAŞÛR BI VAN KIRYARÊN XWE, XWE DIKE DIJMINÊ BIRAYÊ XWE’

Her wiha dayika Hemdiya Silêman da xuyakirin ku piştî serdana Hikumeta Kurdistanê ji dewleta Tirk a dagirker re, her û her plan û rêkeftin tên kirin û wiha dewam kir: "Dijminê mirov çi bike bila bike û çi bike bê minet e, ya herî zêde me diêşîne hikumeta Başûr e.”

Dayika Hemdiya kolandina xendekan di navbera sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi tundî şermezar kir û da zanîn ku hikumeta Başûr bi van kiryarên xwe, xwe dike dijminê birayê xwe û got: "Em jî vê yekê qet qebûl nakin.”

Her wiha dayika Zehra Keleş jî da zanîn ku dema hevdîtin an lihevkirinek di navbera Kurdan de pêk tê, kefxweşiyek di dilê wan de çêdibe û got: “Gerek em Kurd yek bin, gerek em sînoran û çekan di navbera xwe de bi kar neynin.”

Dayika Zehra diyar kir ku îro roj dewleta Tirk a dagirker dijmin e û wiha domand: "Gerek hikumeta Başûr li xwe vegere û êdî hevdîtinan bi dewleta Tirk re çêneke, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji hev veqetîne.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hR4OU8yHzeQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>