Balafirên şer Heftanîn bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Bekturya ya bi ser Heftanînê ve bombebaran kir.

Balafirên şer Heftanîn bombebaran kir
25 îlon, 2020   07:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagiker Heftanîn bombebaran kir.

Duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêma Bekturya ya ser bi Heftanînê ve bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî agahiyên heyî, agir bi herêmê ketiye û ziyaneke mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyan.