Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî rayedaran da

Malbata rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên siyasî yên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin xizmên xwe bibînin careke din serî li rayedaran da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî rayedaran da
25 îlon, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.