Artêşa Îsraîlê bi ser Dîfa El-Xerbiyê de girt û ciwanek birîndar kir

Piştî ku hêzên Îsraîlê êrişî Dîfa El-Xerbiye kir, şerek di navbera wê û şêniyan de çêbû, di encamê de ciwanekî filistînî bi guleya artêşa Îsraîlê birîndar bû û ji ber bombeyên gazê nefesê bi dehan kes teng bû.

Artêşa Îsraîlê bi ser Dîfa El-Xerbiyê de girt û ciwanek birîndar kir
22 îlon, 2020   10:06
XEZA

Li gorî çavkaniyên herêmî yên Filistînê, di encama şerê li kampa Cinînê ya li Dîfa El-Xerbiyê de ku artêşa Îsraîlê bi ser de girtiye, ciwanekî filistînî bi guleya artêşa Îsraîlê birîndar bû.

Ajansa fermî ya Filistînê WEFA daxuyand: “Dema artêşa Îsraîlê ya dagirker êrişî herêmên cuda li Difa El-Xerbiyê li Nablus, Ramallah û Qudsê kir, bombeyên gazê bi kar anîn, di encamê de nefesa bi dehan welatiyan ji ber bombeyên gazê yên bijehr teng bû.”

Li gorî ajansê, di wan êrişan de 19 welatî hatin girtin.

Artêşa Îsraîlê bi awayekî domdar û rojane bi ser herêmên Filistînê de digire, di encamê de piraniya caran ew û welatiyên Filistînê bi hev dikevin.

(şx)