Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
22 îlon, 2020   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li girtîgeha li girava Îmraliyê ya dewleta Tirk tecrîdkirî ye.

Parêzerên rêber Ocalan; Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo ku muwekîlên xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji hevdîtina dawîn heta niha 104 caran ji bo hevdîtinê serlêdan hatin kirin, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.