Rojnameyên erebî: Rûsya propagandaya şantajeke kîmyewî li Idlibê dike

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa Idlibê, têkiliyên Fransa-Iraqê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya propagandaya şantajeke kîmyewî li Idlibê dike
22 îlon, 2020   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: MOSKOV BOMBEBARANA LI DIJÎ IDLIBÊ PAŞGUH DIKE Û BEHSA ŞANTAJEKE KÎMYEWÎ DIKE

Rojnameyên erebî vê sibehê girêdayî kar û barên Sûriyê gelek mijar nivîsandin, jê rewşa li Idlibê. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Duh Moskovê encamên bombebarana ku ev çend meh e hatibû rawestandin, paşguh kirin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê tu daxuyanî girêdayî êrişên balafiran ên li dijî Idlibê neda. Her wiha wezaretê ragihand ku agahiyên wê girêdayî amadekariyên kesên tundraw ên li Idlibê ku "êrişeke kîmyewî"pêk bînin, hene, bi vê yekê hewl dide bala hemûyan ji êrişên xwe bikişîne dosyayeke din. A balkêş ew e ku heta niha Rûsya girêdayî tawanên pêkanîna êrişên hovane li dijî Idlibê tu bertek li ser astên dîplomasî û leşkerî nîşan nedaye. Wezareta Derve ya Rûsyayê jî bi zanebûn tu daxuyanî girêdayî wan tawanan neda.”

Rojnameyê wiha domand: “Çapemeniya Rûsyayê jî yên ku êrişan dişopînin, berovajî demên berê ku agahiyan ji çavkaniyên rojavayî yan jî çavkaniyên ji opozîsyonê Sûriyê belav dikirin, behsa wan êrişên dijwar li dijî Idlibê nekir .

Li beramberî wê, Navenda Lihevanînê ya di navbera aliyên nakok li Sûriyê de ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, hewl da balê bikişîne ser mijareke cuda û behsa amadekariyên kesên tundraw li Idlibê ji bo ku êrişeke kîmyewî pêk bînin.”

EL-EREB: TIRK JI TÊKILIYÊN KAZIMÎ Û FRANSAYÊ ACIZ E

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisand: “Nêzîkbûna Iraq û Fransayê, asta acizbûna Eqereyê ji hebûna têkiliyên xurt di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê Fransayê Emmanuel Macron de diyar dikin. Macron Iraqê weke deriyê vegerandina hegemonyaya Fransayê li Rojhilata Navîn dibîne.

Li gorî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên, serokê hikumeta Iraqê plan dike di Cotmehê de serdana Parîsê bike. Dê ji Fransayê bixwaze  çekan li gorî pêwîstiyên artêşa Iraqê bikire.

EL-BEYAN: HIZBULLAH ÇARESERIYA EWN RED DIKE

Li ser asta Lubnanê rojnameya Beyan wiha nivisî: “Ji dema şerê navxweyî ve di navbera salên 1975-1990`an de, niha Lubnan ji her demê bêtir, bi aloziyan re rû bi rû maye. Piştî teqîna bendera Beyrûtê, alozî gur bû û gihaşt asteke xeternak. Hewldanên Fransayê ku serokên Lubnanê yên ku parçe bûne, bigihêjin lihevkirinekê û hikumeteke nû ava bikin da ku dest bi çareserkirina pirsgirêkan bikin, binketin. Hêzên siyasî yên Lubnanê bi israr in ku makenîzmeyên berê yên avakirina hikumetê bimeşînin li gel paşguhkirina daxwazên kolana Lubnanê ku çîna siyasî û pergala parvekirina taîfî li Lubnanê bê guhertin.”

(şx)