Li Idlibê şer zêde bûye û li Dêrazorê jî DAIŞ çalak dibe

Li Idlibê ji duh ve topbarana hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk dewam dike. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Dêrazorê êrişî hêzên hikumetê kir.

Li Idlibê şer zêde bûye û li Dêrazorê jî DAIŞ çalak dibe
22 îlon, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li ser herêma çiyayê El-Zawiyê ya başûrê Idlibê bi moşekan berdewam dike. Hêzên hikumetê, duh nîvê şevê û îro danê sibehê herêma El-Fitêra, Kensefra, Sifûhan, Filêfil, Biyênîn, Abdîta, El-Bara û Ehsem hedef girt.

Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi moşekan baregehên hêzên hikumetê li derdora Kefer Nibul li gundewarê başûrê Idlibê û barajarê Seraqib li rojhilatê bajarê Idlibê hedef girt.

Li çolistana Sûriyê jî, piştî ku çeteyan di êrişeke li ser hêzên hikumetê li gundewarên Reqayê de 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê kuştin, balafirên şer ên Rûsyayê bombebarana li çolistana Sûriyê zêde kir û herêmên çeteyên DAIŞ`ê û bi taybet çolistana Dêrazorê û sêgoşeya Helebê, Hemayê û Reqayê hedef girtin.

Di encama wan êriş û topbaranan de 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

(oh)