Serokê Qibrisê: Welatê me rastî dagirkeriyeke nû ji aliyê dewleta Tirk ve tê

Serokê Qibrisê Nikos Anastasiades diyar kir ku welatê wî rastî dagirkeriyeke nû ya dewleta Tirk  tê û ev yek jî di binpêkirina para wan di ava herêmî ya Nicosiayê de diyar dibe.

Serokê Qibrisê: Welatê me rastî dagirkeriyeke nû ji aliyê dewleta Tirk ve tê
22 îlon, 2020   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Qibirsê di axaftina xwe ya li pêşiya Komeleya Giştî ya NY`ê de axivî û got: "Qibris heta niha ji ber encamên dagirkeriya dewleta Tirk di sala 1974`an de, azaran dikişîne. Niha jî Qibris ji ber dagirkeriyeke nû di ava me ya herêmî de, azaran dikişîne. Di heman demê de, gefên derbasbûna keştiyên şer ên dewleta Tirk hene û ev yek jî binpêkirina biryarên navneteweyî ye."

Anastasiades di berdewama axaftina xwe de da zanîn ji bo parastina serxwebûn û serweriya xwe û ava wan a herêmî, wan pişta xwe daye NY’yê û dewletên di nava NY`ê de cihê xwe digirin.

Ji aliyekî din ve jî Anastasiades di hevdîtina bi serokatiya Yewnanistanê li Nicosiayê, bi bîr xist ku welatê wî û Yewnanistan ji bo bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk ên neqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî, di nava tevgerê de ne.

Her wiha Anastasiades piştrast kir ku Atîna û Nicosia di aloziya rojhilatê Deryaya Spî de, helwesteke wan a hevpar li gorî pîvanên qanûnên navneteweyî heye.

Di heman demê de, koordînatorê Kar û Barên Derve û Ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê Joseph Borrell, biryara Enqereyê ya dirêjkirina dema vekolîna li petrol û gazê li hemberî beravên Qibrisê şermezar kir.

(kc)