Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in

Şêniyên bajarokê El-Kişkiyê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ber derketina pompeyên avdanê ji xizmetê û qutbûna ava avdanê, bi gazinc in. Şêniyên bajarokê El-Hermoşiyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê jî xwestin ku ava vexwarinê bigihêje bajarokê wan. Aliyên têkildar ji bo çareserkirina pirsgirêkan, çareyên heyî pêşkêş kirin.

Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
Şêniyên bajarokên Dêrazorê ji ber qutbûna avê bi gazinc in
22 îlon, 2020   05:50
DÊRAZOR

Rewşa çandiniyê li bajarokê El-Kişkiyê ku şênî pê debara xwe dikin, di du salên borî de  xerab bû. Sedema wê yekê derketina stasyon û pompeyên avdanê ji xizmetê bû ya ji ber rûxandin û diziya ku di dema çeteyên DAIŞ`ê  de pêk hatî. Tevî bangewaziyên cotkaran ên ji nû ve xebitandina stasyon û pompeyên avdanê jî, lê heta niha neketine xizmetê.

Li bajarokê El-Kişkiyê 4 stasyonên avê ku zêdetirî 12 hezar donim erd av didin, hene. Stasyona Şerqiyê hezar û 700 donim, stasyona Hiwêce El-Kişkiyê 5 hezar donim, stasyona Laiz El-Kişkiyê 5 hezar û 500 donim erd av dide, her wiha stasyona Nayif ku ji heman çavkaniya stasyona Şerqiyê avê derdixe. Motorên dayîna avê yên her çar stasyonên navborî hatin dizîn û tabloyên kontrolkirinê jî xerab bûn.

Îbrahîm El-Ehmed ku cotkarekî ji bajarokê El-Kişkiyê ye tekez kir ku şêniyên bajarok di du salên borî de ji ber xerabûna rewşa çandiniyê û qutbûna ava avdanê ku hişt cotkar karê xwe rawestînin, astengiyên mezin dijîn. Ji lewra, şêniyan bang li rêxistin û aliyên têkildar kir ku dest bi projeya ji nû ve xebitandina stasyonên avdanê bikin.

Îbrahîm El-Ehmed diyar kir ku beriya dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyan ve, şêniyên bajarok sîstema xwetêrkirinê pêk anîbû bi taybetî di aliyê depokirina ard û hwd de. Her wiha destnîşan kir ku ji beriya du salan ve ew genim û ard ji sûkan dikirin. Tevî ku rewşa wan a aborî xerab jî lê ji ber rewastandina xebatên çandiniyê ew neçarî kirînê dibin.

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê yê bajarokê El-Kişkiyê Mihemed El-Cebel diyar kir ku ji beriya gelek salan ve stasyonên avdanê hatibû paşguhkirin, her wiha di dema serweriya çeteyan de ji ber dizîn, rûxandin û talankirinê rewş xerabtir bû. El-Cebel piştrast kir ku bi hevkariya Komîteya Aboriyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ew niha li ser destpêkirina projeya jinûve xebitandina stasyonan di dema pêş de, dixebitin.

Şêniyên bajarokê El-Hermoşiyê yê gundewarên rojavayê Dêrazorê jî bang li aliyên têkildar kirin ku ava vexwarinê ku 5 sal in qut bûye, bigihînin şêniyan. Şêniyên bajarok avê dikirin û bi rêya sahrîcan peyda dikin, ev yek barê aboriyê girantir dike û bi taybetî di demsala havînê de ku şênî avê zêdetir xerc dikin.

Bajarokê El-Hermoşiyê yekser li ser çemê Firatê dikeve, ji ber wê yekê şênî neçar dibin ku av çem ya ji vexwarinê re nabe, yekser ji çem bikişînin. Her wiha şênî avê ji çavkaniyên avê ku dûrî bajarok in tînin û zehmetiyan dikişînin.

Mehmûd Rezaq El-Abid ku ji şêniyên bajarokê El-Hermoşiyê ye tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê di dema dagirkirina herêmê de, rewşa xizmetgûzariyê paşguh kiribûn, xendek kolandibûn û binesaziya bajarok rûxandibû. Ji lewra, hemû xetên ava vexwarinê ji xizmetê derketin.

El-Abid bal kişand ser zehmetiyên ku şênî di anîna ava vexwarinê de dikişînin û nexweşiyên ku belav dibin, ji ber ku ava çemê Firatê nedezenfektekirî ye û şênî yekser ji bo vexwarinê bi kar tînin.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê El-Hermoşiyê Nesir Remedan tekez kir ku di vê derbarê de daxwaznameyek ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê re rêkirin. Lê belê ji ber kêm derfetan, proje nehat pêkanîn.

Nesir Remedan diyar kir ku komîteyeke Gerînendetiya Xizmetan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê demeke borî serdana bajarok kiribû û pirsgirêk dîtibû. Yek ji çareseriyên ji bo vê pirsgirêkê hatibû pêşkêşkirin, şandina motorên kişandina avê ji şêniyên gund re ji stasyonên paqijkirinê yên nêzî heta ku di pêşerojê de stasyoneke paqijkirina avê ava dikin û azarên şêniyan bi dawî dikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ueXUYAgTS4w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>