Leyla Guven hate berdan

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Colemêrgê hate destgîrkirin, piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê hate berdan. Dayika Aştiyê Fatma Tûran jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.

Leyla Guven hate berdan
17 îlon, 2020   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û endama Dayika Aştiyê Fatma Tûran ên li Colemêrgê hatin binçavkirin, piştî karûbarên wan ên li Midûryeta Emniyetê ya bajar, sewqî edliyeyê kiribûn.

Leyla Guven a li dozgeriyê îfadeya wê hate girtin, hate berdan, Fatma Tûran jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.