Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan

Di çarçoveya pêngava "Na ji dagirkeriya Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" de , Yekitiya Jinên Ciwan a Efrînê meşek li dar xist.

Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Şehbayê jinên ciwan li dijî dagirkeriyê meşiyan
17 îlon, 2020   17:23
ŞEHBA

Bi diruşmeya  "Em dibêjin na, ji tundiya li ser jinan re na, ji qetilkirina zarokan re na", Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Jinên ciwan ku posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên "Em dibêjin na, ji tundiya li ser jinan re na, ji qetilkirina zarokan re na" vekiribûn ji pêşiya gundê Meret El-Miselemiya ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê dest bi meşê kir û li nêzî parka navçeyê rawestiyan.

Di kombûnê de, endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Esma Ehmed daxuyanî xwend.

Piştre şanoyek li ser zewicandina zarokan û bandora wê ya neyinî li ser civakî hate pêşandan.

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina sûcên dagirkeriyê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9C9mvzO4nE0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>