Leyla Guven hate biçavkirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo bernameya TJA’yê ya bi navê ‘Em xwe diparêzin’ li Colemêrgê bû, hate biinçavkirin.  Leyla Guven birin ‘Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Terorê’.

Leyla Guven hate biçavkirin
17 îlon, 2020   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven duh hatibû Colemêrgê û tevî Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê bang kiribûn.

Leyla Guven piştî daxuyaniya çapemeniyê û serdana esnafan, tevlî bernameya TJA’yê ya ‘Em xwe diparêzin’ bû. Leyla Guven dema ji avahiya bajêr a HDP’ê ya Colemêrgê derket li ser rê hate biçavkirin.

Leyla Guven birin ‘Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Terorê’.