McGurk, bi tundî Trump rexne kir

Nûnerê berê yê DYA'yê di Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê de Brett McGurk, bi zimanekî tund serokê DYA'yê Donald Trump rexne ku berî gotibû, tiştek çênebû dema Tirkiyê herêmên Sûriyê dagir kir.

McGurk, bi tundî Trump rexne kir
17 îlon, 2020   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

McGurk li ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Trump got, tiştek çênebû dema ku dest ji bakur û rojhilatê Sûriyê berda û radestî Putin û Erdogan kir. Lê li gorî rapora nû ya Neteweyên Yekbûyî sûcên şer, sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û koçberkirina bi darê zorê li herêmên ku me leşkerên me jê derketin pêk tên, rewşa li wir kirtîktir dibe."

McGurk wiha domand: "Hêzên Amerîkayê niha li Sûriyê hene, lê ne ji bo parastina xelkê û ne jî ji bo şerê DAIŞ'ê ye, lê li gorî (Trump) ji bo parastina petrolê ye."

Her wiha got: "Dema ku Trump biryara vekişandina hêzên xwe da, ev hêz niha rastî zextê tê, dîsa bi destê hêzên Rûsyayê tê birîndarkirin.  Serfermandarê Giştî (Trump) nizane leşkerên Amerîkî li wir bi çi re rûbirû ne."