Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
Gel li dijî dagirkeriyê li qadan bûn
17 îlon, 2020   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qamişlo, Şedadê û Eyn Îsayê bi xwepêşandanan êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

Di xwepêşandanan de wêneyên Rêber Abdulllah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Ji rêber Ocalan re azad", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Em ê dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin", "Ji dagirkeriya Tirk re na, ji guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re na", "Ji şer re êdî bes e", "Na ji rijandina xwînê re",  "Ji tundiya li ser jin û zarokan re na", "Bijî berxwedana Heftenînê" hatin vekirin.

QAMIŞLO‏ ‏

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/go6wjwpF9Ic" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) meşeke girseyî bi armanca şikinandina tecrîda li ‎ser rêber Ocalan, her wiha ji bona êrişên dewleta Tirk li ser gelê kurd, li bajarê ‎Qamişlo li dar xist.‎

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Kongreya Star, PYD `ê, TEV-DEM, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên ‎Parastina Cewherî (HPC), Saziyên Civak Sivîl tev lî xwepêşandanê bûn. ‎

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa "Em ê dagirkeriyê Têk bibin, işkenceya Îmralî ‎bi dawî bikin", "Azadî ji bo serok APO", "Bijî berxwedana Îmralî" û "Na ji dagirkeriya ‎dewleta Tirk re"hatibûn hildan.‎

Xwepêşandan bi tevlîbûna pêkhateyên bajar dewam kir û sloganên "Bijî serok ‎Apo", "bê serok jiyan nabe" di meşê de hatin berzkirin.‎

Di nava meşê de jina bi navê Hediya Ebdo axivî û armanca tevlîbûna xwe ji ‎xwepêşandanê re diyar kir ku ew ji bona êrişên dewleta Tirk ên hovane li ser kurdan ‎derdikevin qadan û got: "Hetanî nuqteyeke xwîn di laşê me de hebe em ê li ser fikir û ‎felsefeya rêber Ocalan bimeşin".‎

Hediya Ebdo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêber Ocalan yekitî, wekhevî û biratiya gelan ‎dixwaze, ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye hedefgirtin ".‎

Hediya Ebdo bang li gelê kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û xwe bikin yek, da ku li ber êrişên dijminan bisekinin.‎

Her wiha jina bi navê Nîzam Xelîl jî axivî û diyar kir ku wê her û her bi meşan ‎û çalakiyan berxwedana Heftanîn silav bikin û got: "Tu kes nikare roja me tarî bike û ‎me û serokê me ji hev du dûr bixe, azadiya rêber Ocalan azadiya jinê ye".‎

Her wiha bavê du şehîdan ku di nava tevgera Azadiyê de şehîd bûne, Nûrî Ebû Bekir ‎rûxmî ku gazî jî bû beşdarî xwepêşandanê bû û nêrîna xwe parve kir û da ‎zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê şerê mirovahiyê dikin û bang li ‎gelê kurd kir ku xwe bikin yek da ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin.‎

Xwepêşandan ji Çerxerêya Elaf a li bajarê Qamişlo dest pê kir. Bi berzkirina slogan û ‎stranên şoreşgerê hetanî Goristana Şehîda Delîl Saroxan çû û li wir veguherî mitîngê, di ‎mitîngê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm ‎Saroxan axivî.‎

Saroxan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker sûnd xwariye ku nehêle mafên gelan li ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bibe û nahêle aramî li Rojhilata Navîn bi tevahî ‎çêbe.‎

Saroxan diyar kir ku rêber Ocalan bi projeya xwe li hemû netewên Rojhilata Navîn ‎derketiye û got: "Bi kurdên xwe re, bi erebên xwe û sûryanên xwe re jî xwedî ‎derketiye".‎

Endamê meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Saroxan bi lêv kir ku ew wek gelê Rojavayê Kurdistanê wê têkoşîna xwe xurt bikin û li ser fikir û ‎felsefeya rêber Ocalan bimeşin.‎

Bi sloganên "Bijî serok Apo" xwepêşandan bi dawî bû.

ŞEDADÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5GSrShymOQg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Şedadê jî di xwepêşandanekê de ku bi sedan‎ tevlê bibûn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, tevlêbûna xwe ji bo pêngava "Em ê teqez bi serkevin", ragihandin.

Meş di kolanên sereke yên taxê de geriya û qada Cibisa ya naverasta navçeyê sekinî. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşer a navçeya Şedadê Haris El-Ezawî daxuyanî xwend.

El-Ezawî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û got: "Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger gelek erk ji me tê xwestin, jê parastina rûmeta welat û destkeftiyên şoreşê ye."

El-Ezawî destnîşan kir ku ew ê li hemberî hemû êrişên ku exlaqê civakê û destkeftiyên gelên herêmê dikin hedef bisekinin. Her wiha anî ziman ku pêngava "Em ê teqez bi serkevin" wê bibe pêngava rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî xaka dagirkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Xwepêşandan bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/odMRpJw1e2Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancên Meclisa Kantona Girê Spî meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî yên li navçeyê û kampê beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Disiplîna Leşker ber bi çerxerêya Şaredariyê dest pê kir.

Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dagirekriya dewleta Tirk hatin berzkirin.

Li çerxerêya Şaredariyê ya naverasta navçeyê, bi navê PYD'ê ya herêma Firatê Mistefa Ezîz axivî û got, AKP'ê bi serkêşiya Erdogan dixwaze xaka Sûriyê dagir bike û destkeftiyên şoreşa gelan têk bibe û siyasetên tirkkirinê pêk bîne.

Mistefa got, li hemberî van planan ji bilî  parastina destkeftiyan tu vebijêk nîn in.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA