​​​​​​​Li çiyayê Hemrîn 4 baregehên DAIŞ'ê hatin rûxandin, çeteyek hat kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand, di derbeyeke asîmanî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li çiyayê Hemrînê de 4 baregehên çeteyên DAIŞ'ê hatin rûxandin û çeteyek hat kuştin.

​​​​​​​Li çiyayê Hemrîn 4 baregehên DAIŞ'ê hatin rûxandin, çeteyek hat kuştin
17 îlon, 2020   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya şaneyê de hate gotin "Bi fermana Fermandariya Operasyonên Hevbeş, balafirên Koalîsyona Navneteweyî derbeyek li çiyayê Hemrîn pêk anî. "

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama derbeyê de 4 baregehên DAIŞ'ê hatin raxandin ku alav û madeyên xwarinê tê de hebûn û motorsîklêtek û cenartorek hatin rûxandin. Her wiha hate gotin ku parçeyên cenazeyê çeteyekê hate dîtin.

Hêzên Heşd El-Şabî îro bersiva êrişeke çeteyên DAIŞ'ê ya li Kerukê da, çeteyek hate kuştin û 2 jî birînda rbûn.