​​​​​​​Şehîd Mihsin Sadûn li Şedadê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihsin Sadûn li Goristana Şehîdan a Şedadê veşart.

​​​​​​​Şehîd Mihsin Sadûn li Şedadê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mihsin Sadûn li Şedadê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mihsin Sadûn li Şedadê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mihsin Sadûn li Şedadê hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mihsin Sadûn li Şedadê hate oxirkirin
17 îlon, 2020   13:07
HESEKÊ

Girseya gel cenaze ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û bi karwanekî ku ji dehan erebeyên bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin, bi rê ket.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hêzên Ereka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist, piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan  a Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Cesûr Amûdê axivî û got hêzên wan di parastina gelên xwe de berdewam in,  roj bi roj israra wan xurtir dibe, ew ê heta rizgarkirina herêman ji dewleta Tirk û çeteyên wê tê bikoşin û soz didin şehîdan ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ceham Ferec wesîqa şehîd Mihsin Sadûn xwend û radestî malbatê kir.

Cenaze bi sloganan hate veşartin.

(eh)

ANHA