Hêzên hikumeta Şamê çiyayê El –Zawiyê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê gundên Biyênîn û Şenan yên çiyayê El-Zawiyê yên başûrê bejahiya Idlibê, bi zêdetirî 95 moşekan topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê çiyayê El –Zawiyê topbaran kir
17 îlon, 2020   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR`ê hêzên hikumeta Şamê li herêmên gundewarên başûrê Idlibê êrişên xwe zêde kirine û bi zêdetirî 95 moşekan herêm hedef girt.

Ji aliyekî din ve jî di encama teqîna mayinekê li derdora El-Fitêra ya gundewarên Idlibê de çeteyek birîndar bû û yek jî hat kuştin.

Her wiha jî çeteyên  dewleta Tirk leşkerekî hêzên hikumetê li derdora eniya gundê El-Melace yê başûrê Idlibê kuşt.

(oh)