​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû

Werşeya Lêkirin û Sererastkirina Giştî nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 amade kiriye û hewl dide beriya dema diyarkirî avahiyê radestî Desteya Tenduristiyê bike.

​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
​​​​​​​Karê restorekirina nexweşxaneya Şedadê ji sedî 60 bi dawî bû
17 îlon, 2020   09:27
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser nexweşxaneya Şedadê ya giştî amade dike. Ji ber beriya niha çeteyên DAIŞ`ê nexweşxane wêran kiribû.

Şêniyan daxwaza başkirina qada tenduristiyê ya li navçeyê dikir, ji ber vê Desteya Tenduristiyê nexweşxane radestî werşeyên sererastkirinê kir û dê kêmî salekê nexweşxaneyê sererast bike.

KARÊ SERERASTKIRIN Û RESTORASYONÊ

Çavdêrê karê restorankirinê û endezyar Mihemed Mekî got dema şer li herêmê qewimî hema bêje nexweşxane wêran bû, ji ber ku ji wan dihat xwestin ku kavilan rakin û paşê dest bi sererastkirinê bikin.

Mihemed Mekî diyar kir  ku werşeyên kar dikin ji sedî 60 karên wek kehrebeyê, kanalîzasyon, danîna seramîkan û danîna kevirê helebî bi dawî kirine. Werşeyê 7`ê mehê dest bi kar kir û dê destpêka 2021`ê bi dawî bike.

Hêjayî gotinê ye ku gelek bijîşkan û ji beşên cuda navên xwe li cem Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Şedadê tomar kiriye da ku piştî nexweşxane bi dawî bibe, lê bixebitin.

eh

ANHA