‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’

Pêkhateyên navçeya Amûdê di xwepêşandanê de banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û dagirkerî red kir. Her wiha bang li gelê herêmê kir ku pêwîstî bi hevgirtin, yekitî û bilindkirina berxwedanê li dijî dewleta Tirk heye.

‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
‘Em yek bin, rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin’
16 îlon, 2020   12:31
AMÛDÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê xwepêşandeke şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dar xist. Her wiha bang li CPT’yê kir ku ji bêdengiya xwe der barê tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan de derkeve.

Di xwepêşandanê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokrat (PYD), Kongreya Star, endamên saziyên civaka sivîl, Hêzên Parastina Cewherî (HPC) û Hêzên Hawarî beşdar bûn.

Xwepêşandêr li Qada Şehîd Cîhad a li naverasta Amûdê kom bûn. Dirûşmên redkirin û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin. Her wiha xwepêşandêran bang li gelê Kurd ê li tevahî parçeyên Kurdistanê kir ku bi yek bin û pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye.

Şêniya bi nave Şaha Seîd bang li gelê Kurdistanê kir ku li hember sûc û dagirkeriyê bisekinin û wiha got: "Gelê me di zilm û qetilkirinê re derbas dibe, em bi yek bin."

Şaha Seîd wiha domand: "Ka rêxistinên hiqûqnas û NY’yê. Dewleta Tirk mafên gelê Kurd bin pê dike û tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Tevî van hemûyan jî ev rêxistinê hê jî bê deng in û bêdeniya wan me dişewitîne."

Şaha Seîd bang li gelê Kurdistanê kir ku pêwîstî bi sekna li hember dijminên doza Kurd heye û asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin da ku jiyaneke azad bijîn.

Li aliyekî din jî Perwîn Îbrahîm bang li tevahî gelê Kurd ên li tevahî Kurdistanê kir ku hevgirtî bin û helwestekê li dijî dagirkerî û dijminên doza Kurd bi berxwedan û derketina li qadan nîşan bidin.

Perwîn Îbrahîm bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û helwesteke cidî der heqê tecrîda li dijî rêber Ocalan de bistîne, her wiha helwestekê der barê sûcên li dijî gelê Kurd pêk tên, bigire. Perwîn Îbrahîm bal kişand ser ku bêdengiya navneteweyî destnîşan dike ku piştevan û alîkarî sûcên dewleta Tirk a a dagirker e.

Di dema gihaştina xwepêşandêran li Qada Jina Azad a li rojhilatê Amûdê de bi dirûşman sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurdistanê pêk tîne şermezar kirin û bang li gelên herêmê kir ku hevgirtî bin û yekitiya xwe ava bikin ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

(fr)

ANHA