Dewriyeya Rûsyayê li gundên Aliya yên Tirbespiyê geriya

Li herêma Aliya ya navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Cizîrê dewriyeyeke ji 4 erebe û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Dewriyeya Rûsyayê li gundên Aliya yên Tirbespiyê geriya
16 îlon, 2020   10:56
QAMIŞLO

Vê sibehê dewriyeyeke Rûsyayê li herêma Aliya ya girêdayî Tirbespiyê ji 4 erebe û 2 helîkopteran pêk hat. Dewriye li gundên Aliya yên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de gerî û ji rojavayê Tirbespiyê heta bi rojhilatê wê tevî 2 helîkopterên li ser gundan digerîn, dest pê kir.

Gera dewriyeyên Rûsya li gorî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê û Rûsya û QSD’ê de pêk tên.

Naveroka peymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk a 22’yê Cotmeha 2019’an de li ser pêkanîna dewriyeyên hevbeş li seranserê sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de ye. Lê pirî caran dewriyeya Rûsyayê bi tenê derdikeve.

(fr)

ANHA