Êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê û komên Filistînê bersiv da

Vê sibê balafirên şer ên Îsraîlê gelek hedefên cuda li bakur û naverasta Xezayê bombebaran kirin. Di heman demê de komên filistînî bersiv da.

Êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê û komên Filistînê bersiv da
16 îlon, 2020   10:52
XEZA

Li gorî çavkaniyên ji Xezayê, balafir û helîkopterên şer ên Îsraîlê bi gelek moşekan nuqteyên girêdayî komên filistînî û zeviyên çandiniyê yên Xezayê bombebaran kirin, lê tu ziyanên canî çênebûn.

Di encama bombebaranê de gelek zirarên madî li malên derdorê yên şêniyên çêbûn.

Odeya hevbeş a Komên Berxwedana Filistînê gelek moşek avêtin avahiyên Îsraîlê yên li nêzî Xezayê yên Sderot, Eshkol û herêmên dîtir ji Neqeba Rojava.

Rojnameya Yedioth Aharonot da zanîn ku gelek moşek ji Xezayê ve ber bi Sderot û herêmên Shaar Hanegev ve hatin avêtin û pergala parastinê êriş têk birin. Rojnameyê bi bîr xist ku ji moşekên ji Xezayê ve hatine avêtin yek li ser rêya giştî li hundirê Kibbutz a li bakurê Xezayê ket, lê tu ziyanên canî çênebûn, tenê zirar gihaşt gelek avahiyên hundirê Shaar Hanegevê.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku 13 moşek ji Xezayê ve hatin avêtin û pergala parastinê 8 moşek têk birin, di heman demê de moşekên dîtir li cihên vala ketin.

(fr)